Damezrandina PKK'ê li Montpellîerê hat pîrozkirin
Damezrandina PKK'ê li Montpellîerê hat pîrozkirin
Damezrandina PKK'ê li Montpellîerê hat pîrozkirin
Bi wesîleya 35. salvegera damezrandina PKK'ê, li bajarê Fransa Montpellîerê şahiyek hat lidarxistin.
Şeva li navenda bajêr bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna têkoşgerên di şoreşa Kurdistan û cîhanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Li salona şahiyê, li gel alên KCK û PKK'ê wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên di meha Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Di şahiyê de Hevseroka Meclîsa Gel a Montpellîerê Nesîbe Acar, Alî Riza Akyol, li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Şenol Hantekîn û siyasetmedarê Kurd Suleyman Guneylî axivîn.
Dûre di şahiyê de Omer Konûr, Suleyman Çelîk, Çetîn Oraner, Bêrîvan Arîn, Alî Îhsan Dogan û Serhado bi stran û klamên xwe beşdarî şahiyê bûn girseya gel govend gerand. Şahiya ku timî dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Ji Rêber Apo re Azadî ji Kurdistanê re Aştî" hatin qîrîn heta derengiya şevê dewam kir.