Damezrandina PKK'ê li Edeneyê bi coş hat pîrozkirin
Damezrandina PKK'ê li Edeneyê bi coş hat pîrozkirin
Damezrandina PKK'ê li Edeneyê bi coş hat pîrozkirin
35. salvegera damezrandina PKK'ê li Edeneyê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Ceyhanê, bi wesîleya 35. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Taxa Belediyeevlerî ya Navçeya Ceyhanê şahiyek organîze kir.
Li qada şahiyê ku bi sedan kes lê amade bûn pakarta bi nivîsa "35. salvegera damezrandina PKK'ê li tevahiya gelê Kurd pîroz be", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin.
Di şahiyê de li ber stranên hunermendên herêmî girseya gel govend gerand. Li dû axaftinan jî fîşekên hewayî hatin teqandin. Şahî heta derengiya şevê bi coş dewam kir.