DAIŞ li Sydneyê hat protestokirin

DAIŞ li Sydneyê hat protestokirin

Li bajarê Sydney a Avusturalyayê Kurd û dostên Kurdan li ber avahiya parlamentoyê hatin cem hev û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê şermezarkirin.

Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Kurd a Sydney ve hate organîzekirin, nûnerên sendîkariyan, organîzasyonên Kurd jî di nav de bi sedan kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de dovîzên ku DAIŞ şermezar dikir hatin hildan û her wiha al û flaman hatin hildan. Bênavber dirûşmayên ‘Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana Kobanê’ hatin berzkirin.

Di daxuyaniya ku hate dayîn de hate diyarkirin ku divê koalîsyona navneteweyî ya ku li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin demildest bikeve nava tevgerê û her wiha bal kişandin ser piştgiriya ku Tirkiye dide DAIŞ’ê û xwest NY mudaxaleyê vê rewşê bike. Di danezanê de  bang li hikûmeta Avusturalyayê hat kirin ku tiştên pêw3ıst bike.

Çapemeniya Avustulyayê ku  ABC, SBS û Chanel 7 jî di nav de bû eleqeyek mezin nîşan3ı çalakiyê da û bang hatkirin ku divê berxwedana Kurdan bê dîtin.