DAIŞ gundên Kurdan difiroşe Ereban
DAIŞ gundên Kurdan difiroşe Ereban
DAIŞ gundên Kurdan difiroşe Ereban
Li gorî çavkaniyên herêmî, fermandarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li Kobanê gund û zeviyên Kurdan ên dagir kirine, difroşin êlên Ereban.
Çalakvanên Kurd ên Herêma Kobanê diyar kirin ku fermandarên DAIŞ’ê li Kobanê, gundên Kurdan ên dagirkirine difroşin êlên Ereban. Heman çavkaniyan dan zanîn ku her gundek li gor mezinahî û rûbera wî nêzî 6-7 hezar dolar difroşin Ereban.
DAIŞ’ê zêdeyî 100 gundên Kurdan ên derdora bajarê Kobanê dagir kiribûn û şêniyên wan gundan neçar mabûn koçî Bakur û Başûrê Kurdistanê bikin. Li gor rayedarên Netewyên Yekbûyî (NY) nêzî 200 hezar Kurd ji bajarê Kobanê û gundên wê koçber bûne.