DAIŞ'ê zaroka 8 salî qetil kir

DAIŞ'ê zaroka 8 salî qetil kir

Li Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember sivîlan didomin. Çeteyên DAIŞ ku bi hewanan êrîşî cihên sivîlan kirin, yek jê zarok 4 kes birîndar bibûn.  Ezîze Kuno ya 8 salî ku rewşa wê giran bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. .

Li Kobanê sivîl careke din bûn hedefa çeteyan. Li gor agahiyên hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ saet nêzî 14.00’an bi hewanan êrîşî navenda bajêr li deverên ku sivîl dijîn kirin. Çeteyan 6 topên hewanan avêtin herêma ku sivîl lê dijîn. Di êrîşa ku hewanek neteqiya, topa hewanê ya li herêma ku sê malbatên xizmên hev lê dijîn qet, 1 jê zarok 4 kes birîndar bûn. Ezîze Kuno ya 8 salî, Heyder Yusif Eto yê 18 salî  û du kesên navê wan nehat zanîn di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

EZÎZEYA 8 SALÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Hat ragihandin zaroka 8 salî Ezîze Kuno ya bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.