DAIŞ’ê du rojnamevanên Tûnisî qetil kir
Rêxistina çete ya dij mirovahiyê DAIŞ, rojnamevanan jî bi hovane qetil dike. Du Rojnamevanên Tûnisî ku ji Lîbyayê hatin revandin, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin înfazkirin.

Rojnamevan Sufyan Şurabî û Nadîr Ktarîn ên 8 meh berê li Lîbyayê ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin, hat gotin ku ji aliyê komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin.
Daxuyaniya li ser mijarê ji aliyê hikûmeta Îslamî ya radîkal a Lîbyayê ku ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê naskirin lê belê paytext Trablûs xistiye destê xwe ve, hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 rojnamevanên Tûnisî ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin û ev di îfadeyên gumanbaran de jî tê fêmkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê hikûmeta Tûnisê ve hatiye dayîn de jî hat gotin ku ji bo qetilkirina her du Rojnamevanan bê lêkolîn wê heyetekê bişînin Lîbyayê. Di daxuyaniyê de nepejirandina qetikirina Rojnamevanan bal kişand.
Li Lîbyayê di serê hefteyê de jî 4 cenazeyên Rojnamevanên Lîbya û yek jî yê Misirê hatin bidestxistin. Rojnamevanên li Lîbyayê ji bo ku Barqa Tv bername çêdikirin, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin.