DAIŞ bi tankan Kobanê bombebaran dike
DAIŞ bi tankan Kobanê bombebaran dike
DAIŞ bi tankan Kobanê bombebaran dike
Çeteyên DAIŞ'ê, bi tankan navenda bajarê Kobanê bombebaran dikin. Di bombebaranê de heta niha 2 jê zarok 5 sivîl birîndar bûne.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di rojên dawî de derbên giran xwar û kolan bi kolan ji bajêr tên derxistin, bi tankan herêmên sivîlan ên li navenda bajêr bombebaran dikin.
Hat ragihandin ku di encama bombebarana tankên çeteyan de, Emîne Mihemed (35) û keça wê Lîna Mûstafa Bekîr (6), Ezîze Kerro (5) û birayên bi navê Heyder (20) û Osman Etto birîndar bûne.
Bombebarana tankên çeteyan dewam dike.