Dadgeriya Elman alîkariya ji bo xwedîkirina zarokan betal kir

Li Elmanyayê, pereyê xwedîkirina zarok (Betreuungsgeld) ê ji bo malbatên xwedî zarokên heta 3 salî tê dayîn, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat betalkirin.

Li Elmanyayê, pereyê xwedîkirina zarok (Betreuungsgeld) ê ji bo malbatên xwedî zarokên heta 3 salî tê dayîn, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat betalkirin. Bi vê biryarê re berpirsyarî ji eyaletan re hat dayîn. Biryarê her wiha di navbera hevkarên hikûmeta federal de rê li ber nîqaşên mezin vekir.

Dadgerên Dadgeha Destûra Bingehîn, alîkariya ji bo zarokan a di sala 2012'an de biryara wê hat dayîn û 500 hezar malbat jê sûdê werdigirin, nirxandin û hikum dan ku alîkarî li dijî destûra bingehîn e. Bi vê biryarê re projeyeke din a Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) ku weke partiya Bavyera tê zanîn, li astengiya dadgeriyê aliqî.

Biryar ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Wezarta Malbatê di destê wê de ye bi erênî hat pêşwazîkirin. CSU da xuyakirin ku alîkariya xwedîkirinê wê li eyaleta Bavyerayê dewam bike. Alîkariya xwedîkirinê ji niha û pê ve ancax bi sererastkirinên eyaletan re dikare bê dayîn.

Bi vê biryarê re, projeyên girîng ên koalîsyona CDU-CSU û SPD'ê yên ji aliyê dadgeriyê ve hatin betalkirin, bû du. Beriya niha jî CSU xwestibû ji wesayîtên ji derveyî Elmanyayê tên baca rê were stendin û ev yek rastî nerazîbûna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hatibû. Bi destpêkirina lêkolîna hiqûqî ya li ser mijarê re komîsyonê ev bac sekinandibû.