Dadgerê Komkujiya Parîsê: Tirkiyê ti daxwaz nekir
Dadgerê Komkujiya Parîsê: Tirkiyê ti daxwaz nekir
Dadgerê Komkujiya Parîsê: Tirkiyê ti daxwaz nekir
Dadgerê lêpirsîna li ser Komkujiya Parîsê dimeşîne, îdîayên dibêjin Tirkiyê der heqê komkujiyê de ji Fransayê agahî xwestiye, derewand.
Dadgehên lêpirsîna Komkujiya Parîsê dişopînin, piştî 6 mehan cara yekemîn bi malbatan re hatin cem hev. Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, dadgeran der heqê asta lêpirsînê de agahî dane malbatan û ti agahiyên nû nedane.
Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, dadgeran ji ber ti işaretek der heqê hesabgirtina navxweyî de nehatiye dîtin, ev îhtimal ji nava lêpirsînê hatiye derxistin û ew bi giranî li ser dema komkujiyê ya ji aliyê Omer Guney ve hatiye kirin, radiwestin. Dadgerê lêpirsînê da xuyakirin ku wan bi Tirkiyê re ti agahî parve nekirin e û daxwaziyeke bi vî rengî jî ji wan nehyatiye kirin. Dadgeran ragihandin ku ti nûçeyên di çapemeniya Tirk de hatine weşandin, ne rast in.