Dadgehê 62 sal ceza kêm dît, 10 mehên din jî li Koç birî

Dadgehê 62 sal ceza kêm dît, 10 mehên din jî li Koç birî

Dadgehê ku berê 62 sal û 8 li xwendekara Amadeyî Gulsum Koç birîbû, leza xwe negirt û dîsa ceza birî. Heyetê vê carê li Koç bi sedema silogan qîr kiriye bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 10 meh cezayê din birî.

Li Çewlîkê di 15'ê Gulana 2011'an de wesayîta polîsan hatibû gulebarankirin. Têkildarî bûyerê xwendekara dersxaneyê Gulsum Koç hatibû girtin. Rûniştina doza Koç li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû dîtin û dadgehê derbarê Gulsum Koç bi îdiaya "Yekîtiya dewletê û ewlehiya welat xerabkir" cezayê muebetê (36 sal), bi îdîaya "Bi zanebûn teşebûsa kuştina mirovan kir" 2 caran 13 sal bi tevahî 62 sal û 8 meh cezayê girtigehê birî.

Rûniştina wendekara liseyê Gulsum Koç ku berê rastî 62 sal û 8 meh ceza hatibû vê carê ji ber dozyayek din li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Gulsum Koç û parêzerê wê amede bû. Dadgehê piştî xwendina nasnameyê pirsa "Te çima di 19'ê Sibatê de silogana 'Bji serok Apo' qîr kir. Koç bi kurdî bersiv da û got 'Raste min ji ber bertek nîşanî ceza da min ev silogan avêt. Wekî din tiştekî ez bêjim tune ye. Dozger jî piştre îdîa kir ku, Koç bi dengê bilind li salonê silogana "Biji serok Apo" avêtiye û sûc kiriye. Piştre prz. Rahşan Bataray Saman, îdiayên derbarê muwekila xwe Koç de red kir û xwest bi ber vê helwestê neyê cezakirin. Lê heyetê li gel pakêten 3 û 4'an ên darazê li gorî hêjmara 3713'an a zagonê bi sedema "Propaganda kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê birî.

KOÇ BERÊ RASTÎ 62 SAL Û 8 MEH CEZA HATIBÛ

Xwendekara Amadeyî Gulsum Koç di 19'ê Sibate de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin û rastî 62 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatibû. Dadgehê bêyî ku dalîlan nîşan bide derbarê Gulsum Koç de bi îdiaya di 15'ê Gulana 2011'an deli kolana Palamut a Taxa Recep Tayyip Erdogan li dijî 2 polîsan êrîş pêk anîye 62 sal û 8 meh cezayê girtîgehê birîbû. Dadgehê tenê li ser îfadeya 2 şahidên nepen biryar girt û ceza birî. Jina ciwan a 21 salî Gulsum Koç ku 3 caran rastî cezayê giran hat, li ser rewşa wê ya baş ceza daxist û bi tevahî 62 sal û 8 meh ceza xwar û niha li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tê girtin.

Heyeta dadgehê îfadeyên şadihên nepen ku ji aliyê dozger ve di dosyayê de bi cih kiribûn qebûl kir û li ser îfadeyên şahidê nepen Avci li Gulsum Koç cezayê 62 sal û 8 meh birî. Li gel ku delîlên şênber li ser di destê dadgehê û dozger de tune bûn, dîsa li ser îfadeyên şahidê nepen û girteka ku polîsên Midûriyeta Polîsan a Çewlikê amade kiriye ceza hat birin.