Dadgeha Federal a Iraqê encamên hilbijartinê erê kir

Dadgeha Federal a Iraqê encamên dawî yên hilbijartina Parlamentoya Iraqê erê kir.

Li gorî medya Iraqê Dadgeha Federal a Iraqê encamên dawî yên hilbijartina Parlamentoya Iraqê erê kiriye.

Hate gotin ku dadgehê ragihandiye ku pêvajoya dengdanê li gorî yasa û destûrê pêkhatiye.

Serokkomarê Iraqê ji parlamenterên nû xwest ku di nava 15 rojan de parlamento yekemîn civîna xwe lidarbixe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê ji bo erêkirina encamên dawî di 8’ê mehê de encamên dawî radestî Dadgeha Federal a Iraqê kiribû.

Piştî ku encam ji aliyê Dadgeha Federal ve hate erêkirin, Serokkomar wê biryar dide ji bo civîna yekem a Parlementoyê ji aliyê kesê herî bi temen vê bê birêvebirin. Piştî wê jî Serokê Parlamentoyê û alîkarên wan tên hilbijartin.

Hilbijartina Parlamentoya Iraqê di 11’ê Mijdarê de hatibû lidarxistin.