Dadgeha Elman 3,5 sal cezayê girtîgehê da 2 ciwanên Kurd
Dadgeha Elman 3,5 sal cezayê girtîgehê da 2 ciwanên Kurd
Dadgeha Elman 3,5 sal cezayê girtîgehê da 2 ciwanên Kurd
Li Elmanyayê, yek ji dozên di çarçoveya maddeya 129 b ya qanûna "antî-teror" a li dijî siyasetmedarên Kurd bi encam bû. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stûttgartê, 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd Ridvan Ozmen û Mehmet Akan ên ji sala 2011'an û vir ve girtîne birrî.
Li Elmanyayê, di çarçoveya qanûna "antî-teror" de ji ber maddeya 129b, der heqê gelek siyasetmedarên Kurd de bi sûcdariya "endametiya rêxistina terorîst a biyanî" gelek doz hatine vekirin. Doza yekemîn a ji ber vê maddeyê Sibata par li Hambûrgê bi dawî bûbû. Di doza li Hambûrgê de li Alî Îhsan Kitay du sal cezayê girtîgehê hatibû birrîn. Ji ber ku zêdeyî nîvê ceza li girtîgehê derbas kiribû, Kitay bi şert serbest hatibû berdan.
Doza li dijî aktîvîstên Kurd ên bi navê Ridvan Ozmen û Mehmet Akan jî duh bi dawî bû. Li dû darizandina nezî 10 mehan, Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stûttgartê li herdu ciwanên Kurd 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birrî. Dozgerê federal der heqê ciwanên Kurd de 5 sal cezayê girtîgehê dixwest. Lê belê serokê dadgehê Hermann Wieland da xuyakirin ku Akan û Ozmen weke mexdûrên şer ji dijwariya dewleta Tirk reviyane, lewma daxwaza dozger red kir.
Weke sedema cezayê girtîgehê jî dadgehê got, "Di navbera Kanûna 2009 û Adara 2011'an de PKK'ê 13 êrîşên cûda pêk anî û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di navbera heman salan de Akan û Ozmen ji bo rêxistina Komalên Ciwan a ser bi PKK'ê dixebitîn."
LI DIJÎ KURDAN MADDEYA 129b
Li gorî qanûna 129(a) ya di sala 2003'an de ket meriyetê, 'rêxistinên terorîst' ên ji navenda Elmanyayê tên darizandin. Maddeya 129(b) jî pêşî li darizandina kes an jî komên ji derveyî welat ên serî li dijwariya siyasî dane, tê vekirin.
Di hemû dozê li dijî siyasetmedarên Kurd ên tê îdîakirin endamên PKK'ê de, ev madde tê bikaranîn û vê yekê demeke dirêj rê li ber nerazîbûnan vekirîbû. Lê belê Dadgeha Federal di 28'ê Cotmeha sala 2010'an d biryar dabû ku maddeya 129b di dozên li hemberî PKK'ê de bê bikaranîn û bi vê yekê re rê li ber darizandinan vekiribû. Dadgeriya Elman nêrîna xwe ya li ser mijara PKK'ê dispêre lîsteya "rêxistinên terorîst" a Yekitiya Ewropayê. Komîsyona Ewropayê di 2'ê Gulana sala 2002'an de lîsteya xwe ya "rêxistinên terorîst" îlan kiribû û navê PKK'ê jî li vê lîsteyê zêde kiribû.