Dadgeh kujerê Şerzan diparêze!
Dadgeh kujerê Şerzan diparêze!
Dadgeh kujerê Şerzan diparêze!
Bavê Şerzan Kurt ê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, Omer Kurt diyar kir ku tenê cezayê rawestandina payeyê ya 24 mehan dane polîsê kujer Gultekîn Şahîn û da zanîn ku dadgeh û midûriyeta polîsan hewl didin polîse kujer biparêzin. Dayîka Şerzan, Nejla Kurt jî got ku dadgeha ku kujerê kurê wê ceza ne kiriye wekî polîsê kujer "Qatil e" û edalet xwest.
Derket holê ku midûriyeta polîsan li şûna "cezayê ji kar avêtinê", "cezayê rawestandina payeyê ya 24 mehan" daye polîs Gultekîn Şahîn ê kujerê Şerzan Kurt ku di 12 gulana 2010'an de li Muglayê bûbû armanca guleya polîsan û jiyana xwe ji dest dabû. Hat hînbûn ku malbata Kurt ku bertek nîşan dabû, îtîraz li biryarê kiriye û ev îtîraza wan hatiye redkirin.
Dayîk û bavê Şerzan, Nejla û Omer Kurt, ji DÎHA'yê re diyar kirin ku derbarê kujerê kurê wan de tu tiştên hiqûqî nehatine kirin û edelet pêk ne hatiye. Bavê Şerzan, Omer Kurt, diyar kir ku ew li benda edeletê ne û wiha axivî: "Diviya ev polîs niha di girtîgehê de ba. Lê serbest hate berdan. 8 sal ceza dane wî. Lê ew hêj li ser karê xwe ye û diçe zanîngeha kurê min dibêje 'Ez li virim'. Diviya wî ji kar derxin. Lê şûna wî, tenê cezayê rawestandina payeyê (kıdem) ya 24 mehan dane wî. Niha gelo ev polîs dê çawa canê mirovan piparêze. Xwe kujere. Ez li bendê me ku Dadgeha Bilind vê xeletiyê ji holê rake."
Dayîka Şerzan, Nejla Kurt jî got ku dadgeha ku kujerê kurê wê ceza ne kiriye wekî polîsê kujer "Katil e" û edalet xwest. Dayîk Kurt derbarê dozê de ev tişt gotin: "Piştî vê biryarê şerm nekin wê madalya bidin polîsê kujer. Bi rastî ev yek jî me êdî matmayî nake. Gelo Şerzan kurê van kesên ku ev biryar dane ba, wan dê dîsa heman biryar bigirta. Lazime vî kujerî bi cezayê herî giran ceza bikin."
Parêzerê malbatê Arîf Alî Cangi jî diyar kir ku li gor rêziknameya polîsan divê polîs Şahîn ji peywirê were girtin û da zanîn ku ji bo ev yek pêk bê, dê serî li Wezareta Karê Hundir bidin.