ColdHackers gelek malper hacker kir

ColdHackers gelek malper hacker kir

Koma hacker a bi navê ColdHackers, bi armanca silavkirina kampanya YDG-H a bi navê "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" û îlana Yekitiya Jinên Ciwan a Şoreşger û Welatparêz (YDGK), gelek malper hacker kir. ColdHackerê da xuyakirin, bi hackerkirina malperan re ew piştgiriya xwe ji berxwedana li Parq Gezî re nîşan didin.

Li gorî daxuyaniya ColdHacker, malperên hatine xistin Serokatiya AKP'ê ya navçeya Mêrsîn Erdemli, Muduriyta Giştî ya Karên Avahiyan a Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, Turk EgîtîmSen û KamûSen.

Di daxuyaniya komê de hat destnîşankirin, ku heta hêzên mêtînger û emperyalîst ên li Kurdistanê biçin, ewê çalakiyên xwe yên li înternetê dewam bikin.