Cizîriyan ji hukûmetê re gotin 'gavê biavêje'

Cizîriyan ji hukûmetê re gotin 'gavê biavêje'

Li Cizîrê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan bi sloganan "Hûkûmet gav biavêje" meşek hate lidarxistin. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê ve di çarçoveya kampanyaya "Hukûmet gav biavêje" ku ji aliyê Navenda Giştî ya BDP'ê ve hatiye destpêkirin, meşek hate lidarxistin. Piştî xwarina fitarê bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Cizîrê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, hilgirtin. 

Endamê Meclîsa BDP'ê Niyazî Çevrîm, hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar û Hame Aktî, şaredarên heremê, endamên meclîsên şaredariyan, endamên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, MKM, MEYADER, KURDÎ-DER'ê û gelek welatî tevli meşê bûn. Di meşê de bê navber sloganên "Hikûmet gav biavêje", "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Dikandar û welatiyên derdorê jî piştgirî dan meşê. 

Girseya ku di nava demek dirêj de hejmara wê hezar derbas kir, piştre çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo Fermandara YJA-STAR ya Herêma Wanê Nergîz Karahan (Nergîz Cîzre) li taxa Cudî hatiye vedan. 
Girseya ku bi sloganan hatiye pêşwazîkirin, deqekeyê rêz girt. Piştî rêzgirtinê girseyê cardin dest bi meşê kir, piştî Rêya Nisêbînê gihişt duryanê. Li vir polîsan bi wesayîtên TOMA û bi zirx detbîr girt. Girseya ku piştî meşê çalakiya rûniştinê li darxist, daxuyaniyek da. Hevserokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar li vir axaftinek kir û da zanîn ku ji bo pêvajoya çareseriyê pêş ve biçe ew li bendê ne ku hikûmeta AKP'ê gav biavêje. Katar, bi lêv kir ku, baş dizanin, Hukûmet AKP'ê ji slogana "Hukûmet gav biavêje" gelek aciz dibe û got, "Ji ber ku hikûmet gav naavêje ji vê sloganê aciz dibe."