Cizîrê cangoriyên xwe bi girseyî oxir kir
Cizîrê cangoriyên xwe bi girseyî oxir kir
Cizîrê cangoriyên xwe bi girseyî oxir kir
Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê cenazeyên şervanê YPG’ê Muhyedîn Ehmed û endamên hêzên Asayîşê Demhat ku di şerê li bajarokên Til Koçer û Cezaa de jiyana xwe ji dest dan, oxir kirin.
Bi armanca oxirkirina cenazeyên şervanê YPG’ê Delîl Mihemed (Muheydîn Ehmed) ku di berxwedana bajarokê Cezaayê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê endamê hêzên Asayîşê Mihemed Elî (Demhat) bi hezaran welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û deverên Berav û Koçeran û welatiyên koçber ên di kampa Newrozê de li pêşiya Nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bûn.
Girseya gel ji pêşiya nexweşxaneyê ketin rê û di nava kolanên bajarê Dêrikê re geriya, piştre ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve meşiya.
Piştî ku girse gihîşte ber Goristanê û li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a devera Berav Mihemed Şerîf, Rêveberê hêzên Asayîşa bajarokê Til Koçer Nafiz Ebdilezîz û Fermandarê hêzên YPG’ê Ferhad Soran axivîn.
Axaftvanan bal kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û hovîtiya wan a bêexlaqî li dijî welatiyên sivîl û bi taybet êrîşên hovane yên li dijî herêma Kobanê, Serêkaniyê û Şengalê. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ev êrîşên çeteyan bi zanebûn tên kirin, ji aliyê hêzên tarî ve li dijî gelê Kurd tên meşandin û destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hedef digirin.
Di axaftinan de her wiha hate gotin ku berxwedana gelê Kurd li hemberî hovîtiya çeteyan ku bi vîna azad tê meşandin, bingeha xwe ji fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werdigire.
Piştî axaftinan herdu cenaze li gel tilîliyên dayikan û dirûşmayên dilsoziya bi cangoriyan re spartî axê hatin kirin.
Merasîm bi dirûşmayên silavkirina berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê û gelê Kobanê ya li hemberî hovîtiya çeteyan bi dawî bû.