Çiyayê Geperê ev 3 rojin tê bombekirin
Çiyayê Geperê ev 3 rojin tê bombekirin
Çiyayê Geperê ev 3 rojin tê bombekirin
Li navçeya Colemêrg Geverê, Çiyayê Geper ê li herêma Oremarê ev sê roj in tê bombekirin.
Piştî ku doh Komîsyona Şopandinê lêkolîn kir û ji herêmê veqetiya, Çiyayê Geperê dîsa hat bombekirin. Li ser dewam kirin bombebaranê, heyetek ji ÎHD, MAZLÛM-DER û Baroya Colemêrgê çû Walîtiya Colemêrgê û der heqê mijarê de bi Walî re hevdîtin kir.
Di vê navberê de hat ragihandin, ku li ser rêya Gever û Bajirge, li nêzî cihê balafirgeha nû tê çê kirin, polêsên sivîl û tevgera taybet lêgerînan dikin. Welatiyan li hemberî zêdebûna lêgerîna li herêmê şermezar kirin û ji Komîsyona Şopandinê xwestin li hemberî binpêkirinên mafên mirovan hestiyar û hişyar be.