Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Zîlanê meşiyan
Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Zîlanê meşiyan
Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Zîlanê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger di 17᾿emîn salvegerabîranîna gerîlaya PKK᾿ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de li navçeya Mabata ya Efrînê meşek lidar xist.
Meşa ku bi sedan şêniyên navçeyê û endamê Ciwanên Şoreşger tevlî bûn ji gundê Qenterê destpêkir. Di meşê de alên Kurdî û posterên cangoriyên tekoşîna azadiya gelê Kurd hatin hildan û bê navber slogan û piştgiriya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin qîrkirin. Meş li pêşiya mala Şervana YPJ'ê Bêrîvan ku di pevçûnên komên çete de jiyana xwe jidest dabû rawestiya.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê nameya ku Zîlan ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nivîsandibû hate xwendin, peyam û daxuyanî hatin dayin. Piştre endama Yekîtiya Star Hêvî Silêman axivî û bal kişand ser berxwedana Zîlan û çalakiya wê ya fedayî.
Her wiha Silêman Arif li ser navê Meclisa Gel ya Mabata, Riyad Simo li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşgerû Serhed Efrînî li ser navê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz axivîn û çalakiya fedayî ya Zîlan bi bîranîn.