Ciwanên Qoserî li dijî fuhûş û narkotîkê meşiyan

Ciwanên Qoserî li dijî fuhûş û narkotîkê meşiyan

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, bi dehan ciwan bi dirûşma "Pêkanînên dagirkeriyê rawestînin" meşiyan.

Bi dehan aktîvîstên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) li taxa Ersoylu ya navçeya Qosera Mêrdinê gihiştin hev, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hember polîtîkayên fuhûş, narkotîk û sîxurtiyê li heta taxa Koçhîsar meş lidarxistin. Di meşê de jinan bi tîliliyan piştgirî dan çalakiya ciwanan. Welatiyên ku ji malên xwe alên KCK û PKK'ê hilgirtin tevlî meşa YDG-H'ê bûn. 

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YDG-H'ê hatin hilgirtin û bênavber dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe', 'PKK gel e, gel li vir e', 'Bijî Serok Apo', hatin berz kirin. Kesên beşdarî meşê bûn li taxa Koçhîsar bi fîşengên hewayî hatin pêşwazîkirin. Ciwanan li vir 'Çerxa Şoreşê' xwendin, li heta goristana şehîdan a li taxê meşiyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.