Ciwanên Pirsûsî ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Ciwanên Pirsûsî ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li navçeya Riha Pirsûsê, ciwan bi şiyara "ji Ocalan re Azadî" bi meşaleyan meşiyan.

Ciwanên bi şiyara "Ji Ocalan re Azadî" li ber avahiya BDP'ê ya Navçeya Pirsûsê li hev kom bûn, bi meşaleyan ber bi navenda sûkê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û Desten dirêjî aştiyê dibin, bila bişkên" hatin qêrin û dikandar û welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan. 

Li dû meşê, ciwanan li navenda sûkê daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku divê êdî dewleta Tirk ji bo qoxana duyemîn a pêvajoya çareseriyê, gavan biavêje. Di daxuyaniyê de hat xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Meşa bi meşale, piştî daxuyaniyê bi dawî bû.