Ciwanên Kurd û Asûrî li hev civiyan
Ciwanên Kurd û Asûrî li hev civiyan
Ciwanên Kurd û Asûrî li hev civiyan
Ciwanên Asûrî û Kurd ên li bajarê Hesekê, bi civîneke hevbeş pirsgirêkên xwe nîqaş krin û li ser têkoşîn û jiyana hevbeş rawestiyan.
Civîn li ser daxwaza ciwanên Rêxistina Asûrî ya Demokrat bi beşdariya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Ciwanên Asûrî li Navenda Rêxistina Asûrî ya Demokratîk pêk hat. Di civînê de Endamê Komîteya Navendî ya Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Zeya Werda axivî û li ser rola ciwanan a di demên hesas de rawestiya. Werda destnîşan kir ku, ciwanan di dîrokê de hertim pêşengiya şoreşan kirine û niha jî vê rola xwe dileyîzin.
Endamê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Somer Werda jî ji bo têkoşîna hevpar a ciwanan bal kişand ser girîngiya civînên bi vî rengî.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronî Gabar jî got ku, diviyabû ev civîna beriya niha bihata lidarxistin û spasiya xwe ji bo Rêxistina Asûrî pêşkêş kir. Ronî Gabar bal kişande ser nakokiyên ku rejîmê di navbera pêkhateyên herêmê de derxistine û li ser girîngiya jiyana hevbeş rawestiya.
Di dawiya civînê de herdu aliyan xwestin ku bi hemû ciwanên herêmê re pêwendî bêne danîn û ji bo bidawîkirina nakokiyan têkoşîna hevpar bê meşandin.