Ciwanên Kurd li Swîsre: Gelek bê Rêberê xwe azad nabe

Ciwanên Kurd li Swîsre: Gelek bê Rêberê xwe azad nabe

Ciwanên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, di 8. Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler de hatin cem hev. Ciwanan di festîvalê de destnîşan kirin ku heta Ocalan dîlgirtî be, gelê Kurd azad nabe.

Li Swîsreyê, Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler (Mazlûm) ku her sal tê lidarxistin, îsal a 8. pêk hat. Festîval bi şiyara "Azadiya Rêberê me, Azadiya me ya, An Azadî an Azadî" li Navenda Sporê ya Rankhof a bajarê Baselê pêk hat. Festîval bi beşdariya nêzî 1000 ciwanên ji her devera Swîsreyê hat lidarxistin. Li gel sportvanan, Hozan Comert, Pinar Yildiz û gelek hunermendên Navenda Çandê ya MED reng dan festîvalê.

Festîval piştî meşeke ciwana destpê kir û tevahiya rojê dewam kir. Koroya zarokan a ser bi Navenda Çandê ya MED, bi performansa xwe re ji beşdaran pêwendiyeke mezin dît. Di festîvalê de tîmên futbol û voleybolê ji bo yekemîniyê li ber xwe dan. Her weha di beşa atletîzmê de jî bez hat kirin.

Ciwanan li qada festîvalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kirin û bang li hukûmeta AKP'ê kirin ku berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê bicih bîne. Ciwanan destnîşan kirin ku gelekî Rêberê wî dîlgirtî be, ti carî azad nabe.

Di destîvalê de bavê Hasan Kiziler (Mazlûm) Dogan Kiziler axivî û da xuyakirin ku kurê wî mîna hemû hevalên xwe yên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, di dilê bi milyonan de bicih bûye û xwest, afirînerê van hemû nirxan Ocalan azad bibe. Bavê Kiziler her weha bê samimiyeta dewletê ya li pêşberî pêvajoya çareseriyê rexne kir.

Şaredara berê ya Qilabanê Şukran Sîncar jî di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser roal Ocalan di pêvajoya çareseriyê dike. Sîncar ragihand ku gelê Kurd di pêvajoya çareseriyê de bare dikeve ser milê xwe bicih aniye û got, "Lê belê, dewletê vekişîna gerîla weke firsendê bikar aniye û lez daye xebatên xwe yên çêkirina qereqol û bendavan. Gelê me yê li dijî van projeyên rê li ber komkujiyan vedikin dadikevin kolanan, lê li wan jî gule tê reşandin. Bûyera li Licê nîşan dide ka bê dewlet çiqasî di pêvajoyê de ji dil e. Divê dewlet vê zanibe, Kurd êdî ne Kurdên berê ye. Eger îro ji bo aştiyê her tiştî dikin, ji ber bi Rêberê xwe bi bawer e, lewam dikin. Ev gel aştiyê jî baş dizane, şer jî baş dizane." Sîncar her weha ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê jî diyar kir ku ewê her tim li kolanan bik.

Piştî axaftina Sîncar, endama Meclîsa Ciwanan a Zurichê Leyla Gozubuyuk peyama Komalên Ciwan a ji festîvalê re xwend û destnîşan kir ku ciwan pêşengên pêngava "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" e. 

Di peyamê de hat ragihandin ku gelekî Rêberê wî dîlgirtî be ne azad e û encax bi şikandina zincîra dîlgirtinê, azadî dikare pêk were. Komalên di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya lidarketina festîvalê di vê pêvajoyê de û destnîşan kir ku divê her ciwan bi têkoşîna xwe, xwe bigihînin Rêberê xwe.

Piştî mesajên hatin xwendin, hunermendên beşdarî festîvalê bûn, hunera xwe pêşkêş kirin û heta derengiya şevê govend hat gerandin. Her weha ji serketiyên tûrnûvayên futbol û voleybolê re xelat hat dayîn.