Ciwanên Kurd li dijî mêtîngeriyê dest bi kampanyayeke nû kirin

Ciwanên Kurd li dijî mêtîngeriyê dest bi kampanyayeke nû kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) da xuyakirin ku ewê xwe li gorî pêdiviyên pêvajoya nû ya bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, rêkûpêk bikin. YDG-H di vê çarçoveyê de dest bi kampanyeyek nû ya bi şiyara "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" da destpêkirin.

YDG-H bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd a bi pêşengiya PKK'ê, bi pêvajoya nû ya bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ketiye qonaxeke nû ya têkoşînê û destnîşan kir, ku ev pêvajo di encama berdêl û nirxên 30 salan de, bi pêş ketiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev pêvajoya ku em herî zêde nêzî serketinê ne, di heman demê de tevlêbûneke di asta herî bilind de pêwîst dike. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz diyar dikin ku emê bi biryardarî têkoşîna pêvajoya nû bidin û li gorî pêdiviyên pêvajoyê xwe jinûve rêk û pêk bikin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên mêtîngeriyê yên li ser ziman û hat destnîşan kir, ku divê her ciwanekî-e Kurd weke wezîfeyeke pîroz û bingehîn xwedî li zimanê xwe derkeve.

Di daxuyaniyê de polîtîkayên "entegre û asîmîlasyonê" jî hatin nirxandin û hat gotin, "Wezîfeyeke din a ciwanên Kurd, rêxistinkirina têkoşîneke mezin li dijî asîmîlasyonê ye.

Tevgera ciwanan da xuyakirin ku di çarçoveya polîtîkayên mêtîngeriyê de narkotîk, fûhûş û ajankirin, lîstikên sereke yên li ser ciwanan tên lîstin in û diyar kir, ku yek ji pirsgirêka herî zêde ciwan lê rast tê, hewldanên pergalê yên ajankirina ciwanên Kurd e.

Tevgerê got, bi vê yekê re tê xwestin di nava civakê de bi derxistina kaosê re "hilweşînê" pêk bînin û sîstem ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne, bi rêya narkotîkê hewl dide hêza pêşeng a civakê ciwanan lawaz bike.

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Pergala ku nikare xwe li mejiyê ciwan û çalak rabigire, bi rêya narkotîkê ciwanan bi xwe ve "girê" dide."

Tevgera Ciwanan li hemberî leşkertiya ciwanên Kurd ji bo artêşa Tirk nerazîbûn nîşan da û got, "Her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, divê ji artêşa faşîst a dewleta Tirk a mêtînger re leşkeriyê neke."

Tevgerê bal kişand ser pêvajoya nû ya destpê kiriye û got, "Ev pêvajoya em tê re derbas dibin, ji her alî ve bi rêbaz û dînamîkên me yên têkoşînê ve girêdayî ye. Di rojeva me de, ji bilî vê yekê tiştek nîne. Em di nava hewldana bersivdayîna tevger û daxwazên gelê xwe de ne."

Tevgerê diyar kir ku wan weke YDG-H dest bi pêvajoyeke nû kirine û kampanya xwe ya bi şiyara "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn", weke gava yekemîn a pêvajoya pêngavê îlan dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku heta ew mêtîngeriya dewleta Tirk ji Kurdistanê derxînin, ewê têbikoşin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurd hat kirin, ku xwe li dora vê kampanyayê kom bikin û têkoşînek di asta bilind de bimeşînin.