Ciwanên Kurd ên li Bakuyê li dijî asîmîlasyonê têdikoşin

Ciwanên Kurd ên li Bakuyê li dijî asîmîlasyonê têdikoşin

Ciwanên Kurd ên li Azerbaycanê dijîn, ji bo çanda xwe bijîn û polîtîkayên asîmîlasyonê rawestînin, Yekitiya Ciwanên Kurd li Azerbaycanê ava kirin. 

Yekitiya Ciwanan a bi navê Komeleya Rojhat xwe birêxistin kir, bi civîneke çapemeniyê di 29'ê Hezîrana sala 2011'an de bi awayekî fermî damezrandina xwe îlan kir. Serokê Komeleyê Nijat Cebraîlova der heqê xebat û armancên rêxistinbûyîna xwe de bersiv da pirsên me.

Komeleya Rojlat kengî û çima hat damezrandin?

Em komeke ciwan hatin cem hev û di 29'ê Hezîrana sala 2011'an de bi civîneke çapemeniyê "Komeleya Rojhat a Yekitiya Ciwanên Kurd li Azerbaycanê" îlan kirin. Vê yekê di çapemeniya Azerbaycanê de cihekî berfireh girt. Ji ber ku heta niha li ser navê ciwanên Kurd rêxistinbûyîneke bi vî rengî tinebû. Di çarçoveya xebatên çand û civakî de em dixebitin. 

Rewşa Kurdên li Azerbaycanê çawaye?

Yên ku herî zêde rastî asîmîlasyonê bûne, Kurdên li Azerbaycanê ne. Îro li Azerbaycanê ji 100 ciwanên Kurd bi tenê çar pênc jê dikarin bi Kurdî biaxivin. Beramberî çand û dîroka xwe, biyanî bûne. Dîroka xwe zêde nizanin. Piştî ku Kurdan koçî Azerbaycanê kirin, li çar aliyan belav bûn. Vê yekê bandoreke neyînî li şêniya ciwanan kir. Li Azerbaycanê cihekî ku Kurd bi awayekî komî lê dijîn, tineye. Yekitiyeke me nîne. Ji ber vê yekê, asîmîlasyonê bi hêsanî li nava me belav dibe. Divê em yekitiya xwe xurt bikin.

Piştî karê we yê du salan, hûn gihaştin kîjan astê?

Weke Komeleya Rojhat armanca me ya yekemîn, perwerdekirina ciwanên Kurd a di warê ziman û çanda Kurd de. Bi vî rengî me dikarîbû polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî ciwanên Kurd tên meşandin pûç bikira. Derfetên me kêm in. Di çarçoveya derfetên xwe de em hewl didin tiştekî bikin, lê dizanin ku karê em dikin têrê nake. Em dixwazin ji ezmûnên saziyên Kurd ên li Kurdistanê sûdê werbigirin û karekî baştir bimeşînin. Bi rêya înternetê ji bo alîkariyê me îlan dan û hin bersivên erênî ji me re hatin. Bi taybetî di warê materyalên perwerdeyê de kêmasiyên me hene. Ji bo perwerdekirina ciwanan, ji me re pirtûkên li ser çand, ziman, wêje, dîrok û jiyana civakî ya gelê Kurd divê. Mala wan ava, xuşk û birayên me yên Kurd ên li çar aliyên cîhanê, ev dengê me bihîstin û alîkarî dan me.

Têkiliya we bi saziyên Kurd ên li Kurdistanê re heye? Eger hebe ev di kîjan astê de ye?

Em dixwazin tekiliyê bi komeleyên Kurd ên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat re, deynin. Di vî warî de hin xebatên me hene. Ez tevlî Newroza îsal a Amedê bûm. Bi hin komeleyên li Amedê re hevdîtin kir. Dîsa min bi Hevserokên BDP'ê û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk re hevdîtin kir û xwest, têkilî dewam bike. Di nava me Kurdên li Azerbaycanê de nêrîneke bi vî rengî heye; Dibêjin Kurdên li Kurdistanê em ji bîr kirine. Em dixwazin ew xwedî li me derkevin. Hînê nayê zanîn li Azerbaycanê çiqas Kurd dijîn. Em naxwazên xuşk û birayên me, li vê derê me ji asîmîlasyonê re biterikînin.

We gotin Kurdên li Azerbaycanê hatine jibîrkirin, hûn dikarin hinekî din vê mijarê zelal bikin?

Em dixwazin çapemeniya Kurd, cih ji me re jî veqetîne. Li Azerbaycanê bi hezaran Kurd dijîn, pirsgirêkên wan jî hene. Ew jî dixwazin di navgînin çapemeniyê de, xwe bibînin. Em dixwazin saziyên Kurd di vê mijarê de me bi tenê nehêlin û xwedî li me derkevin. Bila dengê me bibihîzin. Kurdên li vê derê dijîn, nas bikin.

Di nava komeleya we de bi tenê ciwanên Kurd cih digirin? Têkiliya we bi komên din ên ciwanan re hene?

Di bin sîwana komeleya me de, ne tenê Kurd komên etnîkî yên ji Kurdan hez dikin û dixwazin di çarçoveya rêzdariyekê de bixebitin, cih digirin, têkiliya me bi wan re heye û deriyê me her tim ji wan re vekiriye. Ji xwe yek ji armancên me yên sereke, belavkirina çand û zimanê xwe li gelên din e. Em dixwazin ciwanan perwerde bikin û ji asîmîlasyonê vegirin. Ne tenê ciwanên Kurd asîmîle dibin. Li dijî gelên din jî heman polîtîka tê meşandin. Eger em ciwan bi hev re tevbigerin, emê bi ser bikevin.

Ji bo nasandina komeleya xwe û xwegihandina hejmareke zêde ciwanan, çi karên we hene?

Bi rêya medya sosyal em dixwazin xebatên xwe li tevahiya Kurdan belav bikin. Medya sosyal îro yek ji mijarên bingehîn ên ciwan pê re eleqedar dibe ye. Ji ber vê yekê em hewl didin vê qadê baş bikar bînin û xwe bigihînin ciwanan. Ji bo vê jî me komên ciwanan ava kirin û em dixwazin vê xurtir bikin.

Weke komele, hûn ji dewleta Azerbaycanê alîkariyê distînin? Hûn çawa xwe fînanse dikin? 

Di warê madî de kes piştgiriyê nade me. Em bi keda ciwanên ev komele ava kirine û keda gelê me yê welatparêz, xebatên xwe dimeşînin. Di vî warî de dikarim bêjim, ku ciwanên bi me re dixebitin fedekariyeke mezin nîşan didin.