Ciwanên ji Dirbêsiyê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Ciwanên ji Dirbêsiyê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li Bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi armanca pişgirtiya kampanya berhevkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan meşek dirêj lidar xist.

Bi sedan ciwan li ber navenda ciwanên şoreşger a Bajarê Dirbêsiyê hatin cem hev. Ji vir ciwanan bi armanca pişgirtiya kampanya îmzeyan ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpê kirin berê xwe dan gundê Qenter a li ser riya Dirbêsiyê û Serêkaniyê da ku tev li meşa dirêj ku ji gundê Qenter heta gundê Qermanê bimeşin. Dema ciwan gihiştin gudnê Qenter ji aliya gundiyan ve bi siloganan hate pêşwazî kirin. Ciwan li ber parka Leyla Qasim kombûn û li vir beriya meş destpê bike, piştî rêzgirtinê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Dilşêr Dilgeş axivî û da zanîn ku ew wek ciwan pişgirtiya kampanya îmzeyan a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destpê kirin dikin. Dilgeş destnîşan kir ku ew an wek ciwan heta niha ew an li herêma Dirbêsiyê zêdetir ji 10 hezar îmze berhev kirine.

Piştre ciwana xelekê govendê gerandin û stran gotin. Ji vir ciwana xwe birêxistin kirin û dest bi meşa xwe kirin.