Ciwanên enternasyonalîst avahiya SPD'ê dagir kirin
Ciwanên enternasyonalîst avahiya SPD'ê dagir kirin
Ciwanên enternasyonalîst avahiya SPD'ê dagir kirin
Li bajarê Gottîngen ê eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê, avahiya partiya SPD'ê ku hevparê hikûmetê ye ji aliyê komeke xwe weke ciwanên enternasyonalîst bi nav kirin ve, hat dagirkirin.
Nêzî 20 ciwan ku di nav de Elman jî hebûn, saet di 12:30 de avahiya partiya hevparê hikûmetê SPD'ê dagir kirin. Buroyên Serokê Koma SPD'ê ya Parlamenta Federal a Elmanya û parlamenterên Eyaleta Saksonya Jêrîn jî hatin dagirkirin.
Çalakgerekî daxuyanî da ANF'ê û diyar kir ku ji bo piştgirîdayîna berxwedana Kurdên li Kobanê ew li benda daxuyaniyeke Serokê Koma SPD'ê ye. Çalakger her wiha da xuyakirin ku ew dixwazin hikûmeta Elman zextê li Tirkiyeyê bike ji bo bes destekê bide DAIŞ'ê û hikûmeta federal piştgiriyê bide hêzên YPG û HPG'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Polîsan li derdora avahiyê tedbîrên tund ên ewlekariyê girtine, çalakî dewam dike.