Ciwanên Colemêrgî ji bo Licê daketin kolanan

Ciwanên Colemêrgî ji bo Licê daketin kolanan

Bi armanca şermrezarkirina komkujiya li Licê, ciwanên Colemêrgî daketin kolanan, rê li trafîkê girtin û agir dadan.

Ciwanên Colemêrgî, bi armanca şermezarkirina komkujiya li navçeya Amed Licê, ku di encama gulereşandina leşkerên Tirk de Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bû, daketin kolanan. Ciwanan rêya li taxa Daggol li trafîkê girtin û agir dadan. Ji ber êrişa polîsan a bi ava şid, ciwanan bi keviran bersiv dan.

Ciwan çalakiya xwe li nava kolanan dewam dikin.