Ciwanên Cizîrî bi polêsan re şer kirin
Ciwanên Cizîrî bi polêsan re şer kirin
Ciwanên Cizîrî bi polêsan re şer kirin
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), li dijî narkotîk, dizî, fûhûş û ajankirinê meşiyan, lê ji ber destwerdana polêsan pevçûn derket.
Bi sedan ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li dijî nakotrîk, dizî, fûhûş û ajankirinê meşek lidar xistin. Ciwanênli ber avahiya BDP'ê ya navçeya Cizîrê hatin cem hev, ji rêvberên BDP'ê û nûnerên rêxistinê civakî yên sivîl jî piştgirî dîtin. Ciwanan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin Kolana Hezex^û xwestin ber bi otogara navçeyê ya li kolana Nisêbînê bimeşin. Lê belê polêsan bi maşînên zirxî yên bi tîpa dûpişk û TOMA, bend danîn pêşiya ciwanan. Li ser vê yekê ciwanan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir" ber bi taxa Cûdî ve dest bi meşê kirin.
Ciwanan demeke dirêj li taxê meşiyan û dûre xwestin meşa xwe ya li kolana Nisêbînê dewam bikin. Lê belê polêsan bi bombeya gazê û ava şid dest li ciwanan werdan. Ciwanan jî bi kevir, bombeya deng û molotofkokteylan bersiv da êrişa polêsan. Di encamê de agir bi maşîneke zirxî ket. Pevçûn ji bo demekê li kolana Yafesê jî dewam kir.