Ciwanên Başûrî hatin serdana Şaredariya Amedê

Ciwanên Başûrî hatin serdana Şaredariya Amedê

Şandeya ji 15 kesan a ji nûnerên Rêxistinên Ciwanên Herêma Kurdistanê pêk tê, ji boneya piştgiriya çareserkirina pirsa kurd a li Tirkiyeyê hatin Amedê. Ciwanan, Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek ziyaret kirin.

Şandeya ku li gel berpirsên PDK û YNKê, nûnerên hizb û partiyên komûnîst, îslamî û rengên cur bi cur ên civakê li xwe digire, hate serdana Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek. Îpek li gel Rawêjkarê Şaredar Îlhan Dîken mêvan pêşwazî kirin. Ciwanan da zanmîn ku ew dixwazin bi rêxistinên ciwanan ên her parçeyekî re bêne ba hev û Konferansa Neteweyî ya Ciwanan li dar bixin. Şandeyê bal kişand ku konferansa ciwanan ji bo pêkanîna konferansa neteweyî ya kurdan gaveke pêşîn a girîng e. Îpekê kêfxweşiya bi pêşwazîkirina ciwanan a li Amedê anî ziman û got, ew hewldanên wan ên bo çareseriyê watedar dibînin. Îpekê çenteyên ku tê de metaryalên cur bi cur heyî diyarî mêvanan kirin. Şande, dê beşdarî Konferansa Çareserî û Yekitiya Bakurê Kurdistanê bibe. Konferansa ku dê 15-16ê Hezîranê de li Hotela Lîlûz bê lidarxistin, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), KCD, partiyên kurdan ên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl dê tê de amade bibin.