Ciwanekî Kurd li Efrînê di avê de xeniqî

Ciwanekî Kurd li Efrînê di avê de xeniqî

Ciwanê Kurd Mihemed Silêman Cimo yê 25 salî di xeta ava ku ji avdana zeviyan re hatiye amadekirin de xeniqî.

Ciwanê bi navê Mihemed Silêman Cimo dema ku avjenî dikir xeniqî. Welatiyên bi navê Efrai Şeyîb û Ehmed Şeyîb agahî dan asayîşê ku ciwanê bi wan re Mihemd Silêman Cimo di xeta ava ku ji bo avdana zeviyan hatiye amadekirin de xeniqiye. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê çûn cihê xeta avdanê ya nêzî gundê Astir a girêdayî Efrînê û cenazeyê Mihemed ji nava avê derxistin.

Ehmed Şeyîb ê ku bi Mihemed Silêman Cimo re bû, diyar kir ku Cimo bi zora xwe ketiye avê û avjenî kiriye. Mihemed Silêman Cimo ji gundê Berada ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye.