Ciwanekî Kurd bi tena serê xwe ji bo azadiya Ocalan 1680 îmze berhev kir
Ciwanekî Kurd bi tena serê xwe ji bo azadiya Ocalan 1680 îmze berhev kir
Ciwanekî Kurd bi tena serê xwe ji bo azadiya Ocalan 1680 îmze berhev kir
Ciwanê Kurd Bahoz Polat ê li bajarê Belçîka Lîege dijî, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1680 îmze ber hev kir.
Ciwanê Kurd Bahoz Polat ê li bajarê Lîege dijî û demekê di restûrantê de dixebitî, di çarçoveya kampaya azadî ji bo Ocalan de, bi tena serê xwe 1680 îmze ber hev kir.
Polat diyar kir, ku wî hema hema tevahiya îmze ji Belçîkiyan wergirtiye û got, "Yên beşdarî kampanya îmzeyan bûn jî xwestin, Ocalan tavilê serbest were berdan."
Polat da xuyakirin ku ewê heta dawiya kampanyayê îmzeyan berhev bike û got, "Ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku tevlî vî karî bibin."
Armanca Polat jî berhev kirina 3 hezar îmzeyan e.