Ciwanek Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de hate kuştin

Ciwanek Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de hate kuştin

Ciwanê Kurd Mihemed Ehmed Mihemed dema ku leşkeriya bi darê zorê ya rêjîma Bassê li bajarokê Senemên ê girêdayî bajarê Derayê dikir hate kuştin.

Malbata Mihemed diyar kir ku kurê wan beriya salekê leşkeriya xwe qedandibû, lê rejîmê ew berneda û rojek beriya ku were kuştin bi telefonê bi malabatê re axifiye.

 Malbatê da zanîn ku kurê wan 6’ê Nîsanê di avahiya leşkerî de bûye hedefa guleya segvanekî û jiyana xwe jidest daye. Malbatê bi hewldana 7 rojan cenazeyê kurê xwe girt.

Mihemed Ehmed Mihemed sala 1991’an li gundê Heyatê yê girêdayî Navçeya Mabata yê girêdayî Efrînê jidayik bûye û cenazeyê Mihemed bi beşdariya sedan kesî li gundê wî Heyatê hate veşartin.