Ciwanek ê wargehê bi qezaya ceyranê jiyana xwe ji dest da
Ciwanek ê wargehê bi qezaya ceyranê jiyana xwe ji dest da
Ciwanek ê wargehê bi qezaya ceyranê jiyana xwe ji dest da
Li qezaya Şêladizê ciwanê bi navê Cîhat Tayboga duh di encama qezayek a ceyranê de jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Cîhat Tayboga ê 22 salî ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem dijiya û ji bo debara mala xwe çûbû qezaya Şêladizê a ser bi bajarê Dihokê ve, li wir di encama qezayek a ceyranê de giran birîndar bû. Taybogayê rakirin nexweşxaneyê rexmî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Toybaga piştî karûbarên nexweşxaneyê bi wesayîtekî qelebalix ya ji Mexmûr, Sêmêlê û wargehên din di demjimêrên şevê de ber bi Wargeha Şehîd Rûstem ve birê xistin. Cenazeyê Tayboga piştî giha wargehê, berbanga sibehê ji aliyê gelê wargehê ve bi awayek girseyî hate veşartin.
Cîhat Tayboga ku li ser axa xwe penaber bû, demek dirêj di xebatên komela ciwanan de xebat meşandiye û di heman demê de jî xebatên çand û huner de cih girtiye. Di gelek şanoyan de lîstiye.