Ciwanê li sînor nobet digirt hat binçavkirin
Ciwanê li sînor nobet digirt hat binçavkirin
Ciwanê li sînor nobet digirt hat binçavkirin
Li gundê Boydê yê Pirsûsê leşkeran nasnameya ciwanên ku nobet digirtin kontrol kirin û piştî kontrolkirinê ciwanê 17 salî Rêber Yaşar binçav kirin.
Bêtehemûliya leşkeran a li hemberî berxwedana nobeta ser sînor didome. Leşkeran serê sibê ji ciwanên ku ji Wanê hatibûn û nobet digirtin nasnameyên wan pirsîn. Piştî kontrolkirina nasnameyan ciwanê 17 salî Rêber Yaşar binçav kirin. Hate hînbûn ku ciwanê hate binçavkirin birin Qereqola Sînor a Deriyê Serxetê.