Ciwanê ji Kobanê ev 7 meh e winda ye
Ciwanê ji Kobanê ev 7 meh e winda ye
Ciwanê ji Kobanê ev 7 meh e winda ye
Ciwanê bi nave Sefqan Şefqet Bozan 7 meh beriya niha dema ji Libnanê dihat bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê winda bû û careke din agahî jê nehat girtin.
Li gorî agahiyên ku malbatê dane, Şefqet 7 meh beriya niha li gel 3 hevalên xwe ji Lubnanê ber bi bajarê gundê xwe Eyn El-Bet ê girêdayî Kobanê ve derket rê. Heta Şefqet hatiye taxa Ceremana ya paytexta Sûriyeyê Şamê jî agahiya malbatê jê hebû, lê piştre têkilî qut bû û careke din agahî jê nehat girtin.
Malbata Şefqet ku hemû lêgerînên wan bêencam mane, bang li hemû kesî kir ku dema agahiyek derbarê zarokê wan de bigirin bi riya vê telefonê xwe bigihînin wan. 05433275906
Sefqan Şefqet Bozan di sala 1988’an de li gundê Eyn El-Bet ji dayîk bûye, zewiciye û zarokeke wî ya 4 mehî heye.