Ciwanan li Silopî û Amedê komkujiya Licê şermezar kirin

Ciwanan li Silopî û Amedê komkujiya Licê şermezar kirin

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê û navçeya Yenişehir ya Amedê êrîşa leşkeran a li ser girseya ku li gundê Hêzanê li dijî qereqolan çalakî pêk anî, bi meş û xwepêşandanan hat şermezarkirin. Li semta Fîskaya ya Yenîşehira Amedê ciwanên ku kuştina Medenî Yildirim şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. 

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê komek ciwanên ku li taxa Başakê kom bûn bi siloganên "Ciwanên Apoyî" meş pêk anîn. Komê kuştina ciwanê 18 salî Medenî Yildirim û êrîşa leşkeran a li ser girseya ku li dijî qereqola Hêzanê meşiya, şermezar kir. Bi sedan ciwanên ku li taxê kom bûn, bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Komê molotof û bombeyên deng avêtin Midûriyeta Polîsan a Silopiyê. Piştî meşê gelek maşîneyên zirxî yên polîsan hatin cihê bûyerê. Piştî polisan mudaxale kir ciwanan jî kevir molotof avêtin polîsan û buyer derketin. Heta demek dirêj pevçûnê berdewam kir. 

Li semta Fîskaya ya Yenîşehira Amedê jî komek ciwan bi boneya kuştina Medenî Yildirim şermezar bike çalaki pêk anî. Ciwanan li ser riya Zanîngeha Dîcleyê barîkat danîn û rê li trafîkê girtin. Ciwanên ku rê li trafîkê girtin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi 5 TOMA û dehan maşîneyên zirxî mudaxale kirin. Ciwanan bi molotofkokteylî û fîşekên hewayî bersîv da polîsan. Bûyeran heta derengê şevê berdewam kir. Piştî demekê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn pêk hat, ciwan di nava kolanan de belav bûn û dawî li çalakiyê anîn.