Ciwanan li Îngolstadtê 500 îmze berhev kirin
Ciwanan li Îngolstadtê 500 îmze berhev kirin
Ciwanan li Îngolstadtê 500 îmze berhev kirin
Li bajarê Elmanya Îngolstadtê, ciwanên Kurd di nava du rojan de ji bo azadiya Ocalan 500 îmze ber hev kirin. Li bajarê Elmanya Îngolstadtê, Kurdistanî beşdarî festîvala Burgerfest a her sal bi rêk û pêk tê lidarxistin bûn û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî, îmze kom kirin.
Ciwanên Kurdistanî yên li Îngolstadtê dijî, beşdarî festîvala Burgerfest a her sal tê lidarxistin bûn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî 500 îmze berhev kirin.
Ciwanan dan xuyakirin ku ewê di dema pêş de biçin serdana malên Kurdên li bajêr dijîn jî û wan tevlî kampanyayê bikin. Ciwanan diyar kirin ku ewê di demsala havînê de di çarçoveya kampanyayê de xebatên dorfireh bimeşînin.