Ciwan ji bo “Cîhadê” derbasî Sûriyê dibin û Asayişa Başûr bê deng e
Ciwan ji bo “Cîhadê” derbasî Sûriyê dibin û Asayişa Başûr bê deng e
Ciwan ji bo “Cîhadê” derbasî Sûriyê dibin û Asayişa Başûr bê deng e
Malbatên hinek ciwanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku roja pêncşema borî 30 heta 35 ciwanên bajarê Silêmaniyê ji bo “Cîhadê” derbasî Sûriyê bûne, malbatan ji hêzên ewlekariya herêmê xwestin ku rê li pêşiya vê rûdanê bigirin.
Li gorî malbatan ciwanên ku li mizgeftan desrên olî distînin, bi têvedana melayên mizgeftan berê xwe didin “Cîhadê”.
Dişad Tahir, birayê ciwanekî ku ji bo cîhadê çûye Sûriyê, diyar dikir ku wan berî 3 mehan Asayiş agahdar kiriye, lê Asyişê guh neda, ji du heftiyan û vir ve yek ji wan ciwnan xuya nake.
Tahir diyar ku mizgeftên herêmê bi behana ku wê ji bo hecê herin Arabistana Siûdî, ji ciwanan pasport amade kirine, lê ciwan di rêya Tirkiyê re diçin Sûriyê.
Peyman Osman endama Perlemanê diyar kir ku ew ê mijara ciwanên diçine Cîhadê bi hêzên Asayişê re gotûbêj bikin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berî demekê sê ciwanên ji başûrê Kurditanê ku di nava refên Cebhet Elnesra de êrîşî gundê Tiltemirê kiribûn girtin.
Li gorî hin raporan şervanên koma bi navê Cemaet Ensar Elislam ku partiyeke Kurdî ye li Başûrê Kurdistanê ye, di şerên li dijî rejîma Sûriyê li herêmên Şam û Helebê Şer dikin.