Civînên ji bo Sûriyeyê 4’ê Gulanê li Cenevre' destpê dikin
Navbeynkarê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mistura, wê 4’ê Gulanê li Cenevre bi aliyên şer ên Sûriyeyê re cuda cuda rûne.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ehmed Fevzî di civîna çapemeniyê de, got ku wê hevdîtin cuda cuda pêk bên.
Berdevk anî ziman ku wê civîn li qesra NY ya Cenevre 4-6 hefteyan bidomin. Wê nûner, sefîr û pispor tevlî van hevdîtinan bibin.
Berdevk got, "Ev pêvajo wê meha pêşiya li Cenevre destpê bike” û diyar kir ku hê şêwazê pêvajoyê nehatiye diyarkirin. Berdevk anî ziman ku hê vexwendname nehatine şandin.
Dihat payîn ku Staffan de Mistura îro li Konseya Ewlekariyê ya NY bê guhdarkirin.