Civîna amadekar a Konferansa Aştî û Demokrasiyê pêk hat
Civîna amadekar a Konferansa Aştî û Demokrasiyê pêk hat
Civîna amadekar a Konferansa Aştî û Demokrasiyê pêk hat
Komîteya Amadekar a Konferansa Aştî û Demokrasiyê, ku wê di dawiya meha Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê pêk wer, civînek lidar xist û der heqê konferansê de biryarên girîng girt. Di konferansê de wê, pirsgirêkên Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewrûpayê dijîn, bendewariyên wan ên ji bo Tirkiyeke demokratîk û tevlêbûna wan a li pêvajoyê bê nirxandin.
Ji bo Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya wê di 29-30'ê Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê bê lidarxistin, xebatên amadekariyê hatin xurtkirin. Komîteya amadekar a Konferansê di 8'ê Hezîranê de civînek lidar xist û biryarên girîng stend.
Di civînê de li ser navê komîteya amadekar a konferansê Mûrat Çakir û Baki Selçûk çavdêriyên xwe yên ji Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Enqerê anîn ziman.
KONFERANS WÊ BI BEŞDARIYA 320 DELEGEYAN PÊK WERE
Di civînê de, destpêkê kotayên beşdariyê hatin nirxandin. Li gorî vê yekê, tê payîn ji 300 heta 320 delege beşdarî konferansê bibin. Ji bo rêxistin, sazî û dezgehên ku ne bandarên konferansê ne lê tê xwestin ew jî di konferansê de cih bigirin, kotayeke ji 1 an 2 kesan ji wan re hat veqetandin. Her weha ji CHP, AKP, Nêrîna Millî û Cemaatê jî ne li ser navê partî û saziya xwe, lê weke şexsiyetên piştigiriyê didin pêvajoyê, wê werin vexwendin.
Di civînê de biryar hat dayîn, ku ji parlamenta Ewrûpa û welatên cûda yên Ewrûpayê, 14 parlamenterên Kurdistanî û Tirkiyeyî bên vexwedin. Serlêdana 25 kesan jî hat nirxandin û biryar hat dayîn ku bi giştî 45 kes di asta kesayetan de werin vexwendin.
BEŞDAR WÊ HERÎ DERENG DI 16'Ê HEZÎRANÊ DE DIYAR BIBIN
Komîteyê xwest, lîsteyên beşdaran herî dereng heta 16'ê Hezîrana sala 2013'an werin zelalkirin û ji Sekreterya Komîteya Amadekar re bê ragihandin.
ROJEVA KONFERANSÊ Û PÊŞKÊŞKIYÊN DIYAR BÛNE
Rojev û pêşkêşiyên diyar bûne yên Konferansa 29-30'ê Hezîranê jî ev in:
Rûniştina 1. -Vekirin û pêşkêşî
Pêşkêşiya li ser navê bangdaran û naveroka konferansê: (Nûnerek ji tevgera Kurd)
Pêşkêşiya li ser encamên Konferansa Enqerê: (Delegasyona Konferansa Enqerê)
Pêşkêşiya li ser encamên Konferansa Amedê: (Delegasyona Konferansa Amedê=
Pêşkêşiya li ser 3. Kongreya Mezin a Elewiyan a Enqerê: (AABK)
Rûniştina 2. - Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewrûpayê dijîn, Tirkiyeke çawa dixwazin?
Tespîta pirsgirêkê û pêşniyarên çareseriyê
Pirsgirêkên nasnameyên bawerî û etnîkî yên li Ewrûpayê dijîn û pêşniyar:
Pêşkêşiya li ser nasnameyên qewmî: (Asûrî-Suryanî)
Pêşkêşiya nasnameyên baweriyê: (AABK)
Sedemên Sirgunên li Ewrûpayê dijîn, pirsgirêkên wan û projeya vegerê: (Platforma Sirgunê)
Pirsgirêka karkerên koçber ên ji ber dewleta Tirk, mêtîngeriya kedê û pêşniyar: (AvEG-Kon)
Pirsgirêkên xweser ên Jin û Ciwanên Koçber ên ji ber dewleta Tirk û pêşniyar: (Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê)
Polîtîkayên YE û welatên YE der heqê Tirkiyê de, rolên wan ên neyînî û daxwaz: (Dogan Ozguden)
Rûniştina 3. - Navgînên beşdariya pêvajoyê ya Gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê dijîn
Der heqê avakirina pêşeroja demokratîk, têkoşîna hevpar, rêbaza rêxistinbûyînê û biryardarêi: (Civata Yekitiya Hêza Demokratîk û Pêş Komîsyona ji Bangdaran)
Rûniştina 4. - Ji bo avakirina pêvajoya Çareserî û Aştiyê, rola Gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê dijîn
Ji bo hemû gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê dijîn, bi hemû saziyên xwe tevlî pêvajoya aştî û demokrasiyê bibin, pêşniyar:
Gotûbêj û pêşniyarên li ser xebatên lobî û dîplomatîk ên ji bo raya giştî ya Ewrûpayê der heqê pêvajoya aştî û demokrasiye de hestiyar bin werin kirin (Gotûbêj û pêşniyarên li ser pêkanîna pîvan û peymanên demokarîk ên gerdûnî ji bo Tirkiyê): (DÎDF)
Di civînê de her weha amadekariyên teknîkî yên konferansê jî hatin kirin û komîteyeke çapemeniyê hat damezrandin ku heta konferansê raya gitşî ya hundur û derve agahdar bike.
BANGA HESTIYARIYÊ
Komîteya Amadekar a Konferansê bal kişand ser girîngiya konferansê û bang li hemû delege û beşdaran hat kirin ku bi hesasiyeteke mezin hêz û piştgiriyê bidin konferansê.