Çîpras ji welatên Ewropayê nerazî ye

Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras careke din dubare kir ku bernameya di encama muzakereyên dijwar ên bi mehan de li ser welatî wî tê ferzkirin 'ne rast e'. Çîpras diyar kir ku YE bi 'hêrsa tolhildanê' nêzî welatê wan dibe.

Çîpras got, "Ez berpirsyariya hemû şaşitiyên dibe ku min kiriye hildigirim ser milê xwe" û anî ziman ku 'ji bo selameta welatê wan' wî bernameya nû ya krediyê ya Herêma Euro qebûl kiriye. Çîpras got, "Ez berpirsyariya metneke ku jê bawer nakim, lê belê ji bo welatê me ber bi karesatekê ve neçe, yanî banka têk neçin, min îmze kiriye, hildigirim ser milê xwe."

Çîpras da xuyakirin ku eger peymaneke nû ya alîkariyê nehatibûya morkirin, pêkan bû ku Yewnanîstan ji nava Euro derketibûya û careke din destnîşan kir ku peymana hatiye morkirin, ne rast e.

Çîpras da zanîn ku piştî bernameya alîkariyê ya li ser li hev hatiye kirin pêşkêşî dengdayîna li Parlamenta Yewnanîstanê were kirin, ew ê biryarê bidin ku welat careke din bikeve hilbijartinê yan na û diyar kir ku ew ê bandorê li dengdayînê neke.

Bernameya alîkariyê, wê îro li Parlamenta Yewnanîstanê pêşkêşî dengdayînê bê kirin.