Cindirêsê bi Kurd û Erebên xwe avakirina Meclîsa Giştî pîroz kir
Cindirêsê bi Kurd û Erebên xwe avakirina Meclîsa Giştî pîroz kir
Cindirêsê bi Kurd û Erebên xwe avakirina Meclîsa Giştî pîroz kir
Bi hezaran ji welatiyên navçeya Cindirêsê bi Kurd û Erebên xwe, piştî ku Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî hate ragihandin, bi şahiyekê kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Bi hezaran ji welatiyên navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi Kurd û Erebên xwe li pêşiya avahiya Mala Gel kom bûn, al û sembolên Kurdan bilind kirin.
Her wiha dirûşmên jiyana hevbeş û biratiyê qîriyan. Welatiyan şahiyek lidar xistin û ji ber avakirina Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Ciwanan jî di şahiyê de govend gerandin û bi stranên şoreşgerî û durûşma ‘bijî berxwedana YPG’ê’ kêfxweşiya xwe diyar kirin.
Di şahiyê de li ser navê Meclîsa Gel a navçeyê Zozan Henan der barê avakirina Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî de axivî û wiha got: “Avakirina Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê pêngaveke dîrokî ye. Ev cara yekem e ku gelê Rojava bi îradeya xwe azadiya xwe bi dest dixe.”
Her wiha Zozan Henan diyar kir ku ev pêngav bi xwîna şehîdan hatiye bidest xistin. Piştî axaftina Zozan Henan ciwanan govenda xwe bi stranên şoreşgerî û gelêrî berdewam kirin.