Çîn bandora xwe ya li Afrîkayê zêde dike

Piştî sektorên çandinî û enerjiyê, Komara Gel a Çînê vê carê jî bi sektora binesaziyê ve hewl dide bandora xwe ya aboriyê li parzemîna Afrîkayê zêde bike.

Ji Kenyayê heta Ûganda, Rûanda û Bûrûnî, xeteke dirêj a rêyên hesinî tê avakirin. Karê bicihanîna vê projeya ji deh mîlyaran dolarî şîrketa Çînê CRBC girt ser xwe.

Ev projeya rêyên hesinî ku yek ji mezintirîn projeyên ji sala 1963'an dema serxwebûna Kenyayê û vir ve tê dîtin, ji bajarê Monbasa yê li başûrê welêt destpê dike û di ser paytext Naîrobî re diçe Ûganda, ji wir jî digihêje Rûanda û Bûrûndî. Proje wê ji aliyê şîdeta dewleta Çînê China Road and Bridge Corporation (CRBC) ve bê çêkirin, Maliyeta wê 13,8 mîlyar dolar e.

Ji sedî 90 ê projeyê ji aliyê bankayên Çînê ve tê fînansekirin. Hikûmeta Kenya jî ji sedî 10 ê vê projeyê dide.

Tê plankirin ku heman şiba trenê ji paytexta Ûganda Kampala heta Sûdana Başûr jî bê dirêjkirin. Tê gotin, heta niha ji sedî 75 ê vê projeyê qediya ye. Proje wê di navbera 5 welatên Afrîkayê de çûn û hatinê hêsan bike.

Ev projeya mezin a Kenya û çar welatên cîran eleqedar dike, bi tenê parçeyekî biçûk ê projeyên xeta çûn û hatinê ya li gelemperiya Afrîkayê ye. Li Afrîkayê ku di sala 2015'an de bi 131 mîlyar dolarî razemenî li qada çûn û hatinê hat kirin, tê plankirin ku heta sala 2025'an bi 200 mîlyar dolarî rêya bejahî were çêkirin. Ji bo rêya hewayî jî projeyên ji 7 mîlyar dolarî hene.

Beşeke mezin a îhaleyên van projeyan, di serî de CRBC di destê şîrketên Çînî de ne.