CÎK: Konferansê ‘Îslama Rast’ destnîşan kir
CÎK: Konferansê ‘Îslama Rast’ destnîşan kir
CÎK: Konferansê ‘Îslama Rast’ destnîşan kir
Ûlemayên Kurd, bi konferansekê banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Oldaran gotin, "têkoşîn û daxwaza Ocalan edalet, wekhevî, aştî û azadî ye. Bi azadiya Ocalan re, ne tenê gelê Kurd, wê tevahiya gelên Rojhilata Navîn bigihêjin mafên xwe û bi awayekî azad bijîn."
Di 6’ê hezîranê de li Hewlêr bi organîzasyona Komîteya Baweriyê ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan konferansek li ser mijara “Îslama Rast” û “Ji Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re çareseriya Îslamî” hat lidarxistin
Di konferansê de li gel Başûrê Kurdistan, ji Bakurê Kurdistan û Ewrûpayê gelek oldarên Kurd cihê xwe girtin.
Der barê konferansê de em bi Serokê Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Muhyeddîn re axivîn. Mele Muhyeddîn li ser pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxandinên xwe bi me re parvekirin û her wiha der barê, pêwîst e gelê Kurd di vê merheleyê de çawa tevbigere jî fikr û nirxandinên xwe vegotin. Mele Muhyeddîn di nirxandineke xwe de bal dikişîne ser Esra Seadetê û bi roja me re muqayese dike û wiha dibêje: “Di dema Esra Seadetê de li Medîneyê Yahûdî, Xirîstiyan û Misliman dijiyan Hz. Pêxember (s.a.s) behsa heqî û edaletê û Îslamê ji wan re dikir û bi awayekî wekhev û azad dijiyan. Wê demê jî hin kesên munafiq ên weke Fethullah û hevalbendên wî ku fitne û xerabî di nav mirovan de belav dikirin hebûn. Mirov dikirin dijminê mirov û alozî pêş dixistin lê belê nikarîbûn bi ser bikevin.”
Mele Muhyeddîn destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn û Kurdistan pêşketinên girîng rû didin de lidarxistina vê konferansê pirr mûhîm dîtin û di konferansê de li ser sê xalên esasî rawestiyan e.
Mele Muhyeddîn bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha got, “Di konferansê de xala yekemîn a ku em li ser rawestiyan ev bû ku Îslamiyet li pirsgirêka gelê Kurd û li gelê Kurd çawa dinihêre. Me di nirxandinên xwe de bal kişand ser feraseta Îslamî ya ji bo gelan ku gelê Kurd jî weke gelên cîhanê xwedî heq û maf e û weke millet li ser xaka xwe divê azad be. Her wiha divê bi gelên din re bi awayekî bira û wekhev bijî. Dîsa di konferansê de behsa Îslamiyeta rast hat kirin. Bi salan e gelê Kurd di bin zulm û zora dewletên dagirker de ye. Ew dewletên dagirker bi navê Îslamê jî xwe bi navê dikin; lê mixabin gelê Kurd jî di nav xwe de perçiqandine, ji mafê azadî û wekheviyê bêpar hiştine. Di rastiyê de Îslamiyet vê qebûl nake. Di Îslamiyeta rast de her gel hevdu qebûl dikin û wekhev in. Xwedê Teala qasidê xwe pêxemberê me Hz. Muhammed (s.a.s) şandiye da ku heq û edalet di nav tevayî mirovan pêk were. Eger di cihekî de wekhevî nîn be ew li derveyî Îslamê ye. Yên newekheviyê pêş dixin jî dûrî ola Îslamê ne û mirovan dixapînin.”
‘DIVÊ GELÊ KURD HIŞYAR BE’
Mele Muhyeddîn di vê mijarê de bang li gelê Kurd dike da ku li hemberî kesên ku xerabiyê pêş dixin hişyar be û axaftina xwe wiha didomîne: “Pêwîst e gelê me yê bawermend di vê mijarê de hişyar bin. Bi Îslama fanatîk neyên xapandin. Di vê mijarê de divê gelê me rû nede kesên wek Fethullah Gulen û hevalbendên wî. Weke ku Xwedê Teala di Qurana Pîroz de gotiye: ‘Me hûn kirine millet û qebîle ji bo hûn heqê hevdu nas bikin.’ Dîsa Xwedê Teala di Qurana Pîroz de gotiye ‘Me, Qurana Pîroz ji bo we şandiye û heqê we hemûyan têde heye.’ Beguman eger di rêya ayetên pîroz û hedîsên Hz. Pêxember (s.a.s) de Îslam bimeşe wê hem Kurd jî azad bin û hem jî tevayî gelên cîhanê wê bi hev re weke bira bin. Wê fitne û fesadî ji holê rabe Di Îslamê de jî tê destnîşankirin ku eger di navbera du taîfe (Qebîle)yan de alozî û şerek derket bila li ser esasên Qurana Pîroz û hedîsên Pêxember (s.a.s) di navbera xwe de aştiyê çêkin. Û divê ev aştî jî li ser esasê wekhevî û edaletê be û her wiha di her maf û heqan de hevdu qebûl bikin.”
‘ESRA SEADETÊ’
Di konferansê de ku weke xaleke girîng nirxandinên wê hatin kirin jî Esra Seadetê ya di dema Hz. Muhammed de bû. Di vê mijarê jî Mele Muhyeddîn wiha got, “Hz. Muhammed (s.a.s) di pêvajoya ku jêre wek Esra Seadetê tê gotin de destpêkê şer, fitne û aloziyên di navbera qebîle, hizb û koman de da rawestandin. Hz. Pêxember (s.a.s) got, ‘Hevdu nekujin hûn birayê hev in.’ Lê di wê demê de jî mîna dema me hinek kesên munafiq ketin nav hewldanan, ji qebîle û mirovan re gotin, ‘Hûn çawa li hevdu hatine?’ û fitne belavkirin. Careke din şer û aloziyan dest pê kir. Lewma Hz. Pêxember (s.a.s) careke din ji wan re got, ‘Hûn çawa bi ya munafiqan dikin?’ şer û alozî bi dawî kir. Dîsa di dema Esra Seadetê de li Medîneyê Yahûdî, Xirîstiyan û Misliman dijiyan Hz. Pêxember (s.a.s) behsa heqî û edaletê û Îslamê ji wan re dikir û bi awayekî wekhev û azad dijiyan. Wê demê jî hin kesên munafiq ên weke Fethullah û hevalbendên wî ku fitne û xerabî di nav mirovan de belav dikirin hebûn. Mirov dikirin dijminê mirov û alozî pêş dixistin; lê belê nikarîbûn bi ser bikevin.”
‘BIRYARA BERDEWAMKIRINA XEBATAN’
Mele Muhyeddîn di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku wan di konferansê de pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê girtine dest û di vê xusûsê de ev xal bi rêz kirin: “Di konferansa me de wek xala sêyemîn destgirtin û nirxandinên pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûn. Hat destnîşankirin ku dewletên dagirker bi feraseteke Îslama sexte û fanatîk bi salan e di serî de gelê Kurd tevayî gelan dixapînin. Desthilatdar bi vê ferasetê tenê li berjewendî feydeyên xwe digerin. Ev feraset bi her awayî dûrî Îslamî ye û cihê wê Îslamê de nîn e. Me di nirxandinên xwe bang li gelê xwe kir ku li her cihî destên xwe bidin hevdu û yekîtiya xwe çêbikin. Ji ber azadiya me ancax bi yekîtiya me pêk were.”
Der barê biryar û nêrînên di konferansa de derketine pêş jî Mele Muhyeddîn wiha got, “Di vê konferansê de hin biryar hatin girtin. Hat destnîşankirin ku lidarxistina vê konferansê pirr girîng bû û wek destpêkirina Konferanseke Neteweyî û dîsa destpêkirina Kongreyeke Ulemayên Kurdistan hat nirxandin. Her wiha wek biryar hat diyarkirin ku pêwîst e ev konferans werin berdewamkirin. Dîsa gelek nirxandinên girîng ên ulemayên Kurdistan hatin ziman. Û biryar hat girtin alimên Kurd jî yekîtiya xwe çêbikin. Û di vê yekîtiyê de jî karibin bersiva kesên li ser navê Îslamê bi devê dagirkeran diaxifin bidin.
‘JI BO ROJAVAYÊ KURDISTAN PIŞTGIRÎ’
Dîsa di konferansê de biryar hat girtin ku di Meha Remezanê ya pêşiya me de ji her parçeyên Kurdistan û li her cihê ku gelê Kurd lê dijîn ji bo Rojavayê Kurdistan alîkarî bê dayîn. Fitre û zekata xwe bişînin ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re. Kurdistan Yek e. Divê gelê Kurd sînorên di nav xwe de rake û wek tevayî gelên cîhanê bi awayekî azad li ser xaka xwe bijî. Bêguman heta ji dijminên gelê Kurd were, wê nehêlin yekîtiya gelê Kurd çêbibe û wê nehêlin Kurd azad bibin. Azadiya me bi yekîtiya me ye. Heqê kesî nîn e ku fitne û fesadiyê bixe navbera gelê Kurd û Kurdan bi hevdu bidin kuştin. Li Rojavayê Kurdistan bi destek û alîkariya Dewleta Tirk çete û kom tên organîzekirin û êrîşî xak û gelê Kurd dikin. Hewl didin bi lîstikan jî gelê Kurd bi hevdu bidin kuştin. Ev tevayî ji bo xerakirin û jiholêrakirina desketiyên gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ne. Ev feraset ne di Îslamê de û ne jî mirovatiyê de heye. Di vê mijarê de divê gelê me hişyar be û li destketiyên xwe xwedî derkeve.”
‘AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD AZADIYA GELAN E’
Mele Muhyeddîn di axaftina xwe de da xuyakirin ku di konferansê de wek nêrîneke hevpar ji aliyê alimên Kurd ve pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” a ji aliyê gelê Kurd ve hatiye destpêkirin, hatiye destekkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd hatiye xwestin. Di vê xusûsê de jî Mele Mihyeddîn wiha dibêje: “Di konferansê de em pirr kêfxweş bûn ku ulemayên Kurd banga azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin. Hat gotin ku divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Ji ber ku têkoşîn û daxwaza Rêberê Gelê Kurd edalet, wekhevî, aştî û azadî ye. Bêguman bi azadiya Rêberê Gelê Kurd re ne tenê Kurd wê tevayî gelên Rojhilata Navîn bigihêjin heqê xwe û bi awayekî azad bijîn.”
Mele Muhyeddîn di dawiya axaftina xwe de bang li alim gelê Kurd dike û wiha dibêje: “Em bi hêvî û bawer in ku ev pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’ hatiye destpêkirin pêş bikeve û bi serketî bigihêje armanca xwe. Divê alimên Kurd jî heqî û rastiya Îslama rast ji gelê xwe re bêjin. Di konferansê de ev mijar û temennî bi temamî hatin kirin. Em ji têkoşîn û gelê xwe bawer in. Serketin û azadî ya kesên ku li ser esasên heq, edalet û Îslama rast dimeşin e.