Cezayê gunehkarê doza şermê ya li Sêrtê hat erêkirin
Cezayê gunehkarê doza şermê ya li Sêrtê hat erêkirin
Cezayê gunehkarê doza şermê ya li Sêrtê hat erêkirin
Dadgeha Bilind, cezayê 46 sal û 8 meh ê li Alîkarê Mudurê Dibistana Seretayî ya Gazî ya Sêrtê Fahrettîn Kûzû yê teqawîtbûyî, ku 2 jê xuşkên hev dest dirêjî 4 zarokên keç kiribû, erê kir.
Li Dibistana Seretayî ya Gazî ya Sêrtê, derketibû holê H.T ya 14 salî xuşka wê S.T ya 16 salî û G.E û Ş.Y, di serî de Alîkarê Mudurê Dibistanê Fahrettîn Kûzû rastî destdirêjiya gelek kesan hatibûn û ev yek bûbû sedema protestoyên mezin.
Tevî Alîkarê Mudurê Dibistana Seretayî ya Gazî ya Sêrtê Fahrettîn Kûzû û wezîfedarên dewletê, der heqê bi dehan gunehkaran de li Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê doz hatibû vekirin.
Yek ji van gunehkaran Fahrettîn Kûzû teqawit bû û şopa xwe wenda kir. Kûzû piştî reva 19 mehan li Êlihê hat zevtkirin û girtin. Piştî ku daxwaza parêzeran a ji bo yekbûna hemû dosyayan hat redkirin, dosya Kûzû ji ya gunehkarên din hat cûdakirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, bi sedema gunehê destdirêjiyê yê rê li ber xerakirina tenduristiya beden û giyanê vekirine, 46 sal û 8 meh ceza da Kûzû. Li ser dijderketina biryarê, dosya ket rojeva Dadgeha Bilind. Daîreya 14. a Dadgeha Bilind jî biryara 46 sal û 8 meh cezayê girtinê yê Kûzû erê kir.
Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, der heqê gunehkarên din de jî, der heqê Zekî F. de 31 sal û 8 meh, Îsmalî T. 26 sal û 5 meh, Hasan B. 20 sal û 10 meh, Bariş E. 15 sal û 7 meh, Hammet A. 12 sal û 11 meh, Abdulhakîm E. 12 sal û 6 meh, Bekîr Z. 10 sal û 5 meh, Mûrat A. 9 sal û 4.5 meh, Temel T. 7 sal û 6 meh, Sînan Ç. 5 sal û 2.5 meh cezayê girtîgehê birrî.
Dadgehê di doza duyemîn de jî der heqê gunehkaran Omer Z. de 6 sal û 11 meh û 5 roj, Hamza Ç 5 sal û 15 roj, Metîn A. 4 sal û 2 meh, Mahmût Nedîm H. 6 sal û 3 meh, Îsmaîl Ob 2 sal û 7 meh û 7 roj, Ahmet K. 4 sal û 2 meh, Kahraman B. 4 sal û 2 meh, Mehmet Alî Y. 6 sal û 11 meh û 10 roj, Ab dulgafur T. 7 sal û 7 meh û 20 roj û Yûsûf K. 10 sal û 5 meh cezayê girtîgehê birrî.