Çeteyên DAIŞ êrîşî gundên Pirsûsê dikin
Çeteyên DAIŞ êrîşî gundên Pirsûsê dikin
Çeteyên DAIŞ êrîşî gundên Pirsûsê dikin
Çeteyên DAIŞ ên li hember şervanên YPG’ê windahiyên mezin didin, êrîşên xwe yên li hember gel didomînin. Ji gundê Merdîsîmêl heta gundê Boydê yên li ser sînor gelek gund rastî êrîşên hewanan ên çeteyên DAIŞ hatin. Di êrîşan de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember gelek gundên Pirsûsê dewam dikin. Çeteyên topên hewanan diavêjin gundên rojhilatê sînor Merdisimêl, Elîzêr, Zehwan, Bedhê, Dewşen ve Qestung û gundê li rojavayê sînor Boydê.
LI GUNDÊ ZEHWAN 3 BIRÎNDAR HENE
Topa hewanê ya çeteyan avêt gundê Zehwan li malekê ket, yek jê jin 3 kes birîndar bûn. Leşkerên piştî êrîşê hatin gund banga valakirina gundan kirin. Hat ragihandin ku gund hatiye valakirin.
‘WALÎ FERMANA LÊDIN NEDA’
Gelek yopên hewanan ku li gundê Merdîsîmêl ketin, dîsa topa hewanê ya li nêzî qereqola leşkerî ya li ser xeta Merdîsîmêl bû sedem ku leşkerek birîndar bibe. Gelê nobeta berxwedanê digire ku çû gundê Merdîsîmêl nerazîbûn nîşanî leşkeran dan. Leşkeran ji gel re gotin, “Me fermana ku em bersivê bidin topên hewanan ji Walî wernegiritiye.” Gel hê jî li ser sînor rawestiyaye.
HEWAN LI MALÊN BEHDÊ KETIN
Topên hewanan li gundê Bedhê yê cîranê Merdîsîmêl jî ketin. Hat ragihandin hewan li hin malan ketine û hewanên li nuqteya wesayîtên parlamenterên HDP’ê lê rawestiyabûn ketine, wesayît kêm zerar dîtine. Dîsa gundê Qestung jî rastî êrîşa topên hewanan hatine 3 topên hewanan li gund ketine, yek ji wan neteqiyaye. Dîsa hat destnîşankirin ku dem bi dem gundê Boydê rastî êrîşa topên hewanan tê.
ARMANC VALAKIRINA XETA SÎNOR E
Tirkiye êrîşên topên hewanan tenê temaşe dike. Topên hewanan bi giranî ku li gundên li sînorê Kobanê dikevin bal dikişîne. Tê gotin ku armanca êrîşan ev e ku xeta sînor bê valakirin û herêma tampon bê avakirin û lewma Tirkiye li hember van êrîşan bêdeng dimîne. Daxwaza ku Tirkiye hewl dide herêma tamon ava bike berê jî hatibû ragihandin.