Çeteyên DAIŞ'ê sivîlek qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê sivîlek qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê sivîlek qetil kirin
Segvanekî DAIŞ’ê li Kobanê welatiyekî sivîl hedef girt. Di encamê de welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest da.
Segvanekî çeteyên DAIŞ’ê şevê din li nêzî dibistaneke başûrê bajarê Kobanê welatiyekî sivîl ê bi navê Bekrî Horan (66) hedef girt. Di encama êrîşê de Horan jiyana xwe ji dest da û îro li goristana bajêr hate oxirkirin.
Bekrî Horan ji gundê Ziravik ê başûrê herêma Kobanê ye.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê derbên giran ji şervanên YPG’ê xwarin, welatiyên sivîl hedef digirin û gelek caran taxên sivîlan bi hewanan topbaran dikin.