Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sivîlan kir: 2 mirî 6 birîndar
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sivîlan kir: 2 mirî 6 birîndar
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sivîlan kir: 2 mirî 6 birîndar
Çeteyên DAIŞ’ê bi topên hewanê êrîşî ser xeta sînor a Tilşehîrê ku Kader Ortakaya ji aliyê leşkerên Tirk ve lê hatibû qetilkirin, kirin. Di encama êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji şervanên YPG/YPJ’ê derbeyên giran dixwin, bi topên hewanan êrîşî sivîlan kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet di 16.00'an li ser xeta sînor a di navbera Kobanê û Pirsûsê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi hewanan hate topbarankirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li ser hev sê topên hewanê avêtin cihê ku wesayît û sivîl lê bûn. Di encama êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bûn. Hate zanîn ku Rêzanê 17 salî û Ubeyt Mihemed di encama êrîşê de jiyana ji xwe dest dan. Birîndar ji bo bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ser sînor tên rawestandin. Balkêş bû ku beriya êrîşê leşkerên Tirk xeta sînor vala kirin.