Çeteyên DAIŞ’ê 3 welatiyên ji Hesekê revandin

Çeteyên DAIŞ’ê 3 welatiyên ji Hesekê revandin

Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) nûnerê Dêra Kildan û endamê Meclîsa Demî ya Aştiya navxweyî ya Hesekê Ilyas Diyarbekirlî û 2 kesên din revandin.

Li gorî agahiyên ku bidest ketine, Nûnerê Dêra Kildan û Endamê Meclîsa Demî ya Aştiya Navxweyî ya Hesekê Ilyas Diyarbekirlî, Endamê Kombûna Ereban  Ebduletîf El-Hisên û kesê bi navê Selman Bekir duh di saetên êvarê de berê xwe dan bajarê Şedadê ya 40 kîlometrî başûrê Hesekê.  Hate ragîhandin ku endamên DAIŞ/Cebhet El-Nusra ku bajarê Şedadê ji meha Gulanê de ji destê rêjîmê derxistine her 3 welatî revandin û wan birin cihekî ne diyar.