Çeteyên DAIŞ’ê 23 sîvîl înfaz kirin

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Tedmur (Balmêra) 5 jê jin 23 sîvîl înfaz kirine. Şer û pevçûnên li herêma Tedmur (Balmêra) didomin.

Malpera Çavdêriya Mafê Mirovan ku navenda wê li London e, ragihand ku çeteyên DIAŞ’ê 9 zarokên temenê wan kêmî 18 salan, 5 jin bi giştî 23 memûrên di saziyên dewletê de dixebitin înfaz kirine. Hate gotin ku welatiyên hatine înfazkirin ji gundên Amiriyê û herêma navenda Fermandaran ên bakurê Tedmur a girêdayî rojhilatê Humisê ne.

Li derdora bajaroka Tedmur jî di şer û pevçûnên di navbera Hêzên Parastina Niştimanî ya bi ser rejîmê ve û çeteyên DAIŞ’ê didomin. Hate gotin çeteyan 15 endamên Hêzên Parastina Niştimanî ya rejîmê îdam kirin. Endamên hatine îdamkirin ji eşîreya Şêtat a Ereban e.

Çeteyên DAIŞ’ê 3 roj berê êrîşî herêmên rojhilatê Humis kirin û bajaroka Suxnê, gundê Amiriyê û navenda wesayîtan a rejîmê xistin bin kontrola xwe. Şer û pevçûnên li wê herêmê û li derdora bajaroka Tedmur hîn didomin.